Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokê Îmaratê re bi telefonê axivî
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê Xê hate weşandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, "Ez bi birayê xwe yê birêz Mihemed bîn Zayid El Nehyan re bi telefonê axivîm."
Serokwezîr diyar kir, "Di peywendiya me ya telefonê de, me li ser awayên xurtkirina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û herwiha geşedanên li herêmê gotûbêj kir."
Serokwezîr got, "Min careke din şermezarkirina me ya li dijî êrîşên dawî yên ku Îmaratê kirine armanc û piştgiriya me ji bo Îmaratê dubare kir" û lê zêde kir, "Min her wiha tekezî li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê li seranserê herêmê kir."
Êrîşa li ser Îmaratê
Duhî Îmaratê ragihand ku piştî avêtina çar mûşekan ji Îranê ber bi welêt ve hatibûn avêtin, sîstemên wê yên parastina hewayî hatine aktîvkirin.
Wezareta Parastinê diyar kir ku çar mûşekên ji Îranê hatin tespîtkirin. Li gorî daxuyaniyê, sê ji mûşekan li ser avên serwerî yên welêt hatine bêbandor kirin û yek jî ketiye deryayê.