Serokê berê yê DÎTAMê Mehmet Vural koça dawî kir
RûpelNews - Nûçeya mirina Mehmet Vural ji aliyê siyasetmedarê kurd Îmam Taşçier ve li ser platforma medyaya civakî Xê hate ragihandin. Di parvekirina xwe de Taşçier got, "Ez gelekî xemgîn im. Welatparêz, heval û hevrêyê me yê hêja koça dawî kir."
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî peyameke sersaxiyê weşand û got, "Gelê kurd welatparêzek û hêmaneke hêja ji dest da." Guleç di peyama xwe de diyar kir, "Bi xemgîniyeke mezin e ku ez bi koça dawî ya birayê me yê hêja Mehmet Vural agahdar bûm. Gelê kurd welatparêzek û hêmaneke hêja ji dest da. Têkoşîn û bîranîna wî dê her dem bi rêzdarî were bibîranîn. Xwedê rehma xwe lê bike û sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazim.”
Vural, ev demeke bû ji ber nexweşiyên cûrbecûr li Amedê li nexweşxaneyê dihate dermankirin.
Mehmet Vural kî ye?
Mehmet Vural çalakvanekî civaka sivîl bû ku gelek salan serokatiya DÎTAMê kir. Di bin sîwana DÎTAMê de, wî çalakî, analîz û komxebat li dar dixistin, bi taybetî li ser pirsa Kurd û aştiya civakî. Di axaftinên xwe yên giştî de, wî nêrînên xwe yên li ser pirsgirêkên herêmî, pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê parve dikirin.
ÎHDê derbarê rêwresma cenazeyê Mehmet Vural de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ji ber windakirina endamê xwe û serokê damezrîner ê şaxê, Mehmet Vural ê hêja, gelekî xemgîn in. Em ji bo serokê xwe yê birêz ji Xwedê rehmetê dixwazin û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û hezkiriyên wî dikin û ji wan re sebirê dixwazin."
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, rêwresma cenazeyê Vural dê sibê saet di 10.00ê sibehê de li Goristana Yenîkoy a Amedê were lidarxistin. Hat ragihandin ku veşartin û sersaxî dê li gundê Eskî Kale yê navçeya Wêranşara Rihayê pêk werin.