Li nêzî mala Serokê berê yê Parlamena Iraqê drone ket xwarê
RûpelNews - Li Enbarê danê êvarê, dronek ket nêzîkî mala Serokê berê yê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî.
Jêderekî ewlehiyê ji Polîsê Enbarê ji medyayê re diyar kir, di dema teqînê de Heybet Helbûsî û malbata wî di hundirê malê de bûn. Di encama êrîşê de ziyanên madî yên mezin çêbûne lê tu tişt bi tu kesî nehat.
Piştî bûyerê, hêzên Operasyonên Hevbeş ên Iraqê û Polîsê Enbarê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.
Her wiha jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, berî bîstekê jî dronekê ji cureya "Şehîd 101" a Îranê, li navçeya Germe ya ser bi parêzgeha Enbarê, li nêzîkî mala Serokê Partiya Teqedum û Serokê berê yê Parlamenê Mihemed Rêkan Helbûsî ketiye xwarê.
Parçeyên drone li ser milk û mala Heybet Helbûsî de ketine û bûne sedema derketina şewatê. Bi xebata tîmên agirkuj şewat hat vemirandin.