TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Rewşenbîrê kurd Mehmet Vural hate oxirkirin

Hasan Kosen
Edîtor
📅 28 sibat 2026 09:30
Ji bo rewşenbîrê kurd û serokê berê yê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM), Mehmet Vural, li Goristana Yenîkoy a Amedê rêwresmeke cenazeyê hate lidarxistin.

RûpelNews - Malbata Vural û hevalên wî yên nêzîk, her wiha siyasetmedar, nûnerên saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Vural, di nav atmosferake xemgîn de, dbi uayên hate oxiririn kirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya,  di merasîmê de axivî û got ku Amedê "birayekî mezin û hevalekî hêja" winda kiriye. Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu got ku gelê kurd pêşengekî girîng winda kiriye.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, di axaftina xwe ya bi kurdî de tekez kir ku Vural bêwestan ji bo têkoşîna azadiya kurdan xebitî û tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê xerç kir.

Piştî merasîmê, cenazeyê Vural ji bo veşartinê birin Gundê Kela Çemdîn ya girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê.

Mehmet Vural duh êvarê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, piştî krîza dil, çûbû ser dilovaniya xwe.

 

Parve bike: