Hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli hat berdan
RûpelNews - Selçuk Mizrakli yê ku li Girtîgeha Edîrneyê li Tirkiyeyê dihat girtin, piştî heft salan ji girtîgehê hat berdan.
Mizrakli piştî ku karûbarên fermî bi dawî bûn, ji girtîgehê derket. Li derveyî girtîgehê malbat û girseyeke mezin pêşwaziya wî kirin.
Mizrakli di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de nivîsî: "Sibe, careke din, bi hêvî û hezkirinê."
Nûçeya serbestberdana Mizrakli ji aliyê Selahattîn Demirtaş ê hevserokê berê yê HDPê ve, ku nêzîkî 5 salan bi Mızrakli re di heman odeyê de mabû, hatibû ragihandin.
Di sala 2019an de ji kar hatibû dûrxistin
Selçuk Mizrakli di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de wekî Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê hat hilbijartin. Nêzîkî çar meh piştî destpêkirina karê wî, di 19ê Tebaxa 2019an de, ew ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûmek hat tayînkirin.
Mizrakli di Cotmeha 2019an de bi tohmeta "endamtiya rêxistineke terorê ya çekdar" hate girtin. Di sala 2020an de, dadgehê Mizrakli bi 9 sal, 4 meh û 15 rojên hepsê mehkûm kir.