Serok Barzanî: Êrîşa Îranê dijminane ye ti hincetekê nagire
RûpelNews - Serok Barzanî, derbarê êrîşa Îranê ya li ser hêzên Pêşmerge peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Gelek bi tundî wê êrîşa ku berbanga îro bi mûşekên Îranî li ser baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin, şermezar dikim. Mixabin, di encamê de çend Pêşmergeyên leheng şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Sersaxî û hevxemiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdên wê êrîşa neheq dikim û xwe hevbeşê xemên wan dizanim û hêviya şifa û başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazim.”
Di dewama peyama xwe de Serok Barzanî rexneyên tun li Îranê girt û wiha got:
“Ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetekê nagire. Ji bo çendemîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana prensîbên cîrantiya baş û qanûna navdewletî li hember Herêma Kurdistanê tên kirin. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê nebûye beşek ji vî şerê niha yê li herêmê û tu demekê gef li ser cîranan nebûye.
Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn sermayeya gelê me ye.”