Rojhilata Navîn
Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan re civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Tehrana paytexta Îranê bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re civiya. Di hevdîtinê de pêşxistina têkiliyên dualî û xurtkirina hevkariya aborî hatin gotûbêjkirin.
RûpelNews - Piştî hevdîtinê di axaftina xwe de, Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi Pezeşkiyan re hevdîtin pêk aniye.
Hevkariya aborî
Barzanî diyar kir ku di civînê de, wan li ser rêyên xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Îranê de gotûbêj kiriye.
Barzanî, ku amaje pê kir ku wan bi taybetî bal kişandiye ser berfirehkirina hevkariya aborî, girîngiya xurtkirina zêdetir a peywendiyan ê têkiliyên çandî û cîranî yên ku bi salan e gel bi hev ve girê dane.