Rûsyayê bi dron û moşekan êrîş li paytexta Ukraynayê kir
RûpelNews - Rûsyayê bi moşek û dronan êrîş li Kîevê kir.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Tymur Tkachenko, di peyameke li ser Telegramê de ragihand ku di êrîşan de kesek hat kuştin û herî kêm 16 kes jî birîndar bûn. Tkachenko bang li welatiyan kir ku di stargehên xwe de bimînin.
Di êrîşên hewayî de gelek deverên Kîevê bûn hedef, û gelek avahiyên niştecihbûnê û tesîsên binesaziya sivîl zirar dîtin.
Li navçeya Darnitskyi, beşek ji blokeke apartmanan hilweşiya, û hat ragihandin ku gelek mirov di bin kavilan de asê mane.
Rêveberiya Moskowê her wiha roja Çarşemê bi bikaranîna zêdetirî 800 dronan êrîşeke mezin pêk anîbû ku di encama wê êîşê de herî kêm şeş kes jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên bi dronan "bi pêlan" pêk tîne û bi taybetî cihên nêzîkî sînorên welatên NATOyê dike hedef.