Desteya Mafên Mirovan: Êrîşên dronî binpêkirina serweriya axa Iraq û Kurdistanê ye
RûpelNews - Di daxuyaniya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan de hatiye ku saet 12:28 ê serê sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, êrişeke dronî ya têkderane ji aliyê sînorên Îranê ve li ser nivîsgeha taybet a Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê hatibû kirin.
Desteya navborî tekez jî kir ku armancgirtina car bi car a deverên avadena û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bi vî rengî binpêkirineke eşkere û xeter e ji bo serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê. Her wiha da zanîn jî ku biryardan û kirina van kiryaran binpêkirina hemî pîver û peymannameyên navdewletî û bingehên mafên mirovan û jiyana welatiyan e, ku gefeke cidî li ser aramî û tenahiya deverê çê dike.
"Nabe ku Herêma Kurdistanê bibe meydana êrişan"
Di pareke din a wê daxuyaniyê de hat xuyakirin ku tevî ku bi xêr û xweşî ti zirarên canî di encama wê êrişê de çê nebûne jî, lê parastina ewlehî û jiyana welatiyan mafekî bingehîn e û nabe bi ti hincetan axa Herêma Kurdistanê bibe meydana êriş, hevrikî û peyamên leşkerî.
Di dawiya wê daxuyaniyê de, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê û civaka navdewletî kir ku helwesteke ron û cidî hebe ji bo rawestandina van destdirêjî û binpêkirinên berdewam, bizavên cidî bêne kirin ji bo parastina serweriya axê û dabînkirina ewlehî û aramiyê di deverê de.(K24)
Dijeterora Kurdistanê îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Saet 12:28 ê serê sibeha îro, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve bo ser bingeha nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatine arastekirin."
Di wê daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi xêr û xweşî di encama van êrişan de ti zirarên canî neketine holê. Dijeterora Kurdistanê tekez jî kir ku ew van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û diyar kir: "Ev destdirêjî bi ti awayî nayên qebûlkirin û berpirsyariya hemî encamên wê dikeve ser milê bikerên wê."