Gumanbarên êrîşa dronê eşkere bûn, ji Almanyayê reviyan
RûpelNews - Di lêpirsîna li ser bûyera drona bi teqemeniyê barkirî ya ku di 4ê Tebaxê de li Balafirgeha Leipzigê ya Almanyayê hatibû eşkerekirin de, hûrgiliyên nû derketin holê.
Li gorî raporeke hevbeş a Süddeutsche Zeitung, NDR û WDRê, rayedarên alman du kesên ku tê bawerkirin bi êrîşa hewldanî ve girêdayî ne, derxistine holê.
Hat ragihandin ku yek ji gumanbaran welatiyê Letonyayê ye ku li Rûsyayê ji dayik bûye û yê din jî welatiyê Rûsyayê yê ji Belarûsê ye.
Analîza DNAyê gumanbar derxistin holê
Li gorî raporê, analîza DNAyê ya ku li ser cîhaza teqemeniyê hatiye kirin, şopên ku bi yên her du gumanbaran re li hev dikin, derxist holê.
Lêbelê, hat tespîtkirin ku gumanbaran berî ku nasnameyên wan werin piştrastkirin, ji Almanyayê derketine. Derbarê cihê ku her du kes niha lê ne de ti agahî nehat dayîn.
Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul û Wezîrê Karên Navxwe Alexander Dobrindt, di konferanseke çapemeniyê ya hevpar a ku duh hat lidarxistin de, kesên ku di hewldana êrîşê de cih girtine wekî "sîxurên Rûs ên asta nizm" bi nav kirin, lê derbarê nasname an jî cihê wan de ti hûrgulî parve nekirin.
Almanyayê ev yek wekî "êrîşeke hîbrîd a Rûsyayê" bi nav kir.
Di 4ê Tebaxê de, droneke bi teqemenî barkirî li Balafirgeha Leipzigê li nêzîkî balafireke barhilgir a ukraynî hate dîtin. Dron bêyî ku tu kes jiyana xwe ji dest bide an birîndar bibe, hate bêzarer kirin.
Hikûmeta almanî ragihand ku Rûsya li pişt bûyerê ye û hewldan wekî "hewldaneke hîbrîd a Rûsyayê" bi nav kir.
Piştî bûyerê, rêveberiya Berlînê ragihand ku Konsulxaneya Rûsyayê ya li Bonnê dê were girtin û peymana Mala Rûsî, ya ku çalakiyên çandî li Berlînê organîze dike, dê were betalkirin.
Moskowê protesto da Berlînê
Lêbelê, Rûsyayê li hember îdiayên Almanyayê bertek nîşan da. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, nûnerê karûbaran ê Almanyayê yê li Moskowê gazî wezaretê kir û noteke protestoyê derxist.
Rêveberiya Moskowê îdiayên Berlînê wekî "çalakî û daxuyaniyên dij-rûsî" bi nav kir.