TR KU AR
FB X IG
Aborî

Pêşbiniya pispor: Bihayê zêr li Tirkiyeyê dibe 8 hezar lîre

Ercan Dağ
Edîtor
📅 30 tîrmeh 2026 16:17
Biryara Bankaya Navendî ya Amerîkayê ya derbarê rêjeya faîzê de ku weke berê sabît hişt bandor li ser bihayên zêr kir ku bihayên zêr zêde bûn. Li gorî pisporê aboriyê Reşat Yilmaz, bihayê gramek zêr ku niha dora 6 hezar û 200 lîreyê tirkî ye heta dawiya salê dê bigihije 8 hezar lîrayan.

RûpelNews - Bihayên zêr piştî biryara rêjeya faîzê ya Bankaya Navendî ya Amerîkayê (FED) ku weke ji sedî 3.50–3.75 de sabît hat hiştin zêde bû.

Bihayê gramek zêr beriya biryara FEDê 6 hezar 100 lîreyê tirkî bû lê piştî biryarê bihayê zêr bû 6 hezar û 200 lîreyê. Di heman demê de, bihayê onsê zêr ji 4 hezar û 30 dolarî derket ser 4 hezar û 80 dolarî.

"Dawiya salê zêr dibe 8 hezar lîre"

Pisporê aborî Reşat Yilmaz derbarê guherînên bihayên zêr de pêşbiniyên xwe bi RûpelNewsê re parve kir. Yilmaz pêşbinî kir ku zêr heta dawiya salê dê ber bi 8 hezar lîreyê zêde bibe û wiha axivî:

"Asta herî bilind a ku zêr heta niha gihiştiye 7 hezar û 600 lîre ye. Bi pêşbiniya min di nava salê de, bihayê gramek zêr dê asta di navbera 7 hezar û 500 û 8 hezar lîreyan de bibe. Jixwe, dolar jî piştgiriyê dide zêr. Dolar niha di astên krîtîk de ye, lê ji ber ku pêşbîniya me ya dawiya salê ji bo dolarî 52-53 lîre ye, em li bendê ne ku bihayê zêr heta 8 hezar lîreyî bilind bibe, heke rewşên awarte çênebin."

"Zêr danekeve binê 6 hezar lîreyan"

Yılmaz da zanîn her daketineke muhtemel a bihayê zêrê dê mayînde nîn eû wîha got:

"Bihayên heyî bi rastî derfetekê ji bo kirînê pêşkêş dikin. Ihtimala ku zêr dakeve bin 6,000 lîreyan pir kêm e. Jixwe, meyl ber bi jor ve xuya dike. Ji wê perspektîfê, daketina bihayê zêrê demkî ye."

Li gor nêrîna Yilmaz sedema sereke ya daketin û zêdebûna bihayên zêr ekranên dijîtal in û wiha lê zêde kir:

"Ekranên dîjîtal ku tenê ji aliyê xwediyên fonên mezin ve tên dîtin, agahiyan li ser hejmara kiriyarên zêr nîşan didin. Agahiyên ku gihîştine destê me nîşan didin ku li seranserê cîhanê 80 hezar ton kiriyarên zêr hene. Niha, heke ev hejmar dakeve, bihayê zêr bilind dibe. Ji vê perspektîfê, bilindbûnên demkurt ên bihayê zêr dê sînordar bin, hema ku ew li ser ekranê derbasî pozîsyona firoşkarên zêr bibin, dê bihayê zêr bi awayekî tund bilind bibe."
 

Parve bike: