Tirkiye
Pisporê jeolojî: Li Tirkiyeyê erdhejeke mezin nêzîk e
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Naci Gorur ragihand ku li herêma Marmarayê ya Tirkiyeyê çaverêyî erdehejeke mezin in ku di nêzîk de rû bide.
RûpelNews - Li peravên Çanakkaleyê piştî erdhejeke bi mezinahiya 3.9 pileyî rû da jeolog Prof. Dr. Naci Gorur li ser hesaba xwe ya medyaya civakî li ser erdhejê nirxandindinekê kir.
Gorur destnîşan kir ku erdhej li ser xeta Kuçukkuyuyê qewimî û diyar kir ku ev xet di nav wê herêmê de ye ku wek şaxê başûr ê xeta Anatoliyaya Bakur tê hesibandin.
"Erdhejeke mezin nêzîk e"
Prof. Dr. Gorur di nirxandina xwe de bal kişand ser herêma Marmarayê û wiha got:
"12 saet berê li seranserê xeta Kuçukkuyuyê erdhejeke ne kûr û biçûk qewimî. Ev herêm ku wek şaxê başûr ê KAF'ê tê nasîn, nîşan dide ku Herêma Marmarayê di bin zextê de ye. Em li bendê ne ku di pêşerojeke nêz de erdhejeke mezin li şaxê bakur rû bide."