TR KU AR
FB X IG
Aborî

Bihayê zêr dîsa bilind dibe

📅 21 tebax 2026 10:43
Bihayê zêr bi meyleke bilindbûnê dest bi rojê kir. Saet di 09.25an de, bihayê gramek zêr ji sedî 0.8 zêde bû û gihîşt 7,030 lîrayan.

RûpelNews - Çaryeka zêrî bi 11 hezar û 459 lîra tê firotin, di heman demê de  zêrê cumhurî bi 45 hezar 652 lîra tê firotin. Duh bihayê gramek zêr di 6 hezar û 973 lîrayan de girtibû.

Bihayê onsê zêr jî bilind bû

Bihayê onsê zêr jî ji sedî 0.7 zêde bû û gihîşt 4 hezarû 550 dolarî. Biryara Wezareta Xezîneyê ya DYAyê ya ji bo berfirehkirina bernameya xwe ya ji nû ve kirîna bondoyên demdirêj, piştgirî da bilindbûna bihayê zêr.

Li gorî pisporan, nermbûna hêviyan a derbarê siyaseta rêjeya faîzê ya Federal Reserve a DYAyê de jî bihayê zêr bilind dike.

Di vê navberê de, gefên Serokê DYAyê Donald Trump ên ji bo ambargoyên aborî yên nû li dijî Îranê, wek yek ji wan geşedanên ku nezelaliyê li bazarê zêde dike, tên nîşandan.

Parve bike: