TR KU AR
FB X IG
Cîhan

NYT: Dibe ku Trump vegera Tirkiyeyê ya bo bernameya F-35 bi Erdogan re gotûbêj bike

📅 07 tîrmeh 2026 10:22
Li gorî rojnameya New York Timesê (NYT) rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo derbaskirina astengiyên kongreyê li ser çend vebijêrkan difikire.

RûpelNews - Tê payîn ku Serokê DYAyê Donald Trump di hevdîtina xwe ya li Enqerê de bi Serokomarê Tirkiyeê Recep Tayyîp Erdogan re, mijara vegerandina Tirkiyeyê bo bernameya balafirên şer a F-35ê bîne rojevê.

Li gorî nûçeyeke New York Timesê, ku îşaret bi çar berpirsên payebilind ên rêveberiya Amerîkayê dike, Trump li hember vegera Tirkiyeyê ya bo bernameyê bi erênî nêzîk dibe. Di nmûçeyê de tê gotin ku di nav rêveberiya Amerîkayê de derbarê ka çawa astengiyên yasayî yên ji aliyê Kongreyê ve hatine danîn bên derbaskirin, nêrînên cuda hene.

Tê îdiakirin ku rayedaran diyar kirine ku ji bo derbaskirina van astengiyan, vebijarkên wekî pevguhertina nameyan di navbera Trump û Erdogan de tên nirxandin.

Trump berê peyamek şandibû

Di civîneke meha borî de li Qesra Spî bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re, Trump, dema ku bersiva pirsa derbarê bernameya F-35 de dida, gotibû ku ew amadekariyê dike ku diyariyekê ji Erdogan re bîne ku dê "wî pir kêfxweş bike".

Derbarê hêza leşkerî yên Tirkiyeyê de, Trump girîngiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di nav NATOyê de tekez kiribû.

Pêvajo çawa dest pê kir?

Piştî ku Tirkiyeyê di sala 2019an de sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, DYA Enqere ji bernameya F-35 derxist û cezayên aborî danîn. Digel ku Waşîngtonê îdia dikir ku sîstemên S-400 ji bo teknolojiyên nepenî yên F-35ê xeteriyek çêdikin, Tirkiye bi vê nirxandinê ne razî bû.

Paşê Kongreya DYAyê qanûnek derxist ku firotina balafirên şer ên F-35 ji Tirkiyeyê re qedexe dike, heta ku welat sîstemên S-400 di envantera xwe de bihêle. Tirkiye di Nîsana 2021'an de bi awayekî fermî ji bernameyê hate derxistin.

Çima F-35 di nûçeyan de ye?

Balafira şer a pênc-nifşî ya pir-armancî, F-35, ji ber teknolojiya xwe ya kêm-dîtinê, sîstemên sensoran ên pêşketî û şiyanên xwe yên mîsyonê yên pirreng, ji bo hêzên hewayî yên gelek welatan xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Piştî ku ji bernameyê hate derxistin, Tirkiyeyê kirîna F-16ên nû û projeya balafira şer a neteweyî KAAN kiriye pêşengiya xwe, di heman demê de li ser vebijarkên balafirên şer ên alternatîf ên wekî Eurofighter Typhoon jî difikire.

Parve bike: