TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Dibe ku di nêz de êrîş li tesîsa nukleera Îranê bikin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 05 îlon 2026 12:51
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ku artêşa wan di demek nêz de êrîş li tesîsa nukleerê ya li Îranê bike.

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re axivî.

Derbarê şerê li dijî Îranê de Trump daxuyaniyekê da û îşareta êrîşeke mezin li ser tesîsa nukleera li Îranê da.

Trump di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tesîsa nukleerê ya binê erdê ya Çiyayê Pickaxe ku li nêzîkî santrala dewlemendkirinê ya Natanzê ye dibe ku bibe hedefa artêşa Amerîkayê.

Trump wiha got: "Dibe ku di demeke nêzîk de em êrîş bibin ser Çiyayê Pickaxe."

Parve bike: