Tirkiye
Li Tirkiyeyê herî zêde kîjan partiyên siyasî endam hene?
Hejmara partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê weke 189 hat eşkerekirin. Hat ragihandin herî zêde endamên AK Partiyê hene û ev partî di rêza yekem de cih digire.
RûpelNews - Saziya Daraza Bilind hejmara partiyên siyasî yên çalak ku her sal di mehên Çîle û Tîrmehê de eşkere dike belav kirin.
Li gorî hejmarên fermî yên ku hatine weşandin, hejmara giştî ya partiyên siyasî yên tomarkirî digihîje 189an.
Tabloyên fermî yên hatine weşandin, hejmara endamên partiyên ku koma wan a di Parlamentoyê heye wiha htin rêzkirin:
AK Parti: 11 milyon û 709 hezar û 913 endam
CHP: 1 milyon 879 hezar û 973 endam
MHP: 501 hezar û 122 endam
IYÎ Parti: 385 hezar û 25 endam
Saadet Partisi: 374 hezar û 724 endam
DEM Parti: 17 hezar û 60 endam