Rojhilata Navîn
Li Sûriyê êrîşa çekdarî: 6 kes bûne qurbanî
6 welatiyên sûrî bûne qurbaniyên êrîşeke çekdar li gundewarê rojavayê Hemayê.
RûpelNews - Rewangeha Mafê Mirovan a Sûrîyê da zanîn ku di êrîşeke çekdarî de li gundê Qahîra li deşta Xab li Hemayê, 2 welatî ji pêkhateya murşidî hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî rewangehê, 2 kesan bi rêya motorsîkletekê ew êrîş encam da û hîn nasnameya wan kujeran an sedemên êrîşî ne diyar in.
Ji destpêka salê ve, bi dehan kes li Sûriyê bûne qurbaniyên karên tolvekirinê û vê yekê jî bandoreke nerênî li aramî û seqamqîriyê kiriye.
Li gorî amarên rewangehê, ji destpêka 2026an ve 91 kes li Sûriyê bûne qurbaniyên karên tolvekirinê li Sûriyê.