Heyva Sor a Îranê: Ji ber êrîşan zêdetirî 21 hezar kes bûne qurbanî
RûpelNews - Rêxistina Heyva Sor a Îranê îro Çarşemê 1ê Nîsana 2026an, di raporteke nû de derbarê encamên mirovî û maddî yên şer de, amarekî metirsîdar belav kir. Li gorî raportê, jêrxana sivîl rûbirûyî wêranîyeke bêhempa bûye.
Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku ji destpêka şer ve heta niha, zêdetirî 21 hezar kes bûne qurbanî (hatine kuştin an birîndar bûne).
Her wiha di raportê de hat ragihand ku zêdetirî 115 hezar tesîsên sivîl bi temamî an bi beşekî hatine wêrankirin.
Ziyanên herî mezin di sektora niştecîbûnê de çêbûne; Heyva Sor diyar kir ku 914 hezar û 980 yekeyên niştecîbûnê ziyan dîtine. Ev yek bûye sedema koçberbûna bi hezaran malbatan û nîşandana krîzeke mezin a mirovî. Rêxistinê hişyarî da ku ji ber berdewamiya şer, qebareya ziyanên mirovî û maddî her ku diçe zêdetir dibe.