Heyva Sor a Îranê ragihand: Zêdetirî 102 hezar mal û dukan xerab bûn
RûpelNews - Li gorî rapora Heyva Sor, di encama bombardûmanên dijwar de 102 hezar û 43 yekeyên sivîl zirar dîtine. Ji van avahiyan 80 hezar û 212 jê xaniyên xelkê ne û 20 hezar û 917 yekeyên din jî dukan û navendên bazirganiyê ne.
Li Tehranê rewş xeternak e
Tenê li paytext Tehranê, 39 hezar û 369 yekeyên niştecîhbûnê û bazirganiyê an bi temamî wêran bûne an jî zirarên mezin dîtine. Ev reqam nîşan dide ku paytext bûye hedefa serekî ya êrîşên asmanî.
'Binesaziya Tendurustî û Perwerdehiyê Hatiye Perçiqandin'
Di raporê de hate destnîşankirin ku êrîşan tenê herêmên leşkerî negirtine nav xwe, lê binesaziya xizmetguzariyan jî bûne hedef: ''Di warê tendurustiyê de 296 navendên tendurustiyê û nexweşxane zirar dîtine. di perwerdê de 600 dibistan û navendên perwerdehiyê li deverên cuda wêran bûne."
Îdiaya Tîmên rizgarkirinê û Heyva Sor jî bûne amanc
Heyva Sor a Îranê îdia dike ku tîmên wan ên alîkariyê jî rasterast bûne hedef. Di êrîşan de; 18 navendên Heyva Sor, 48 wesayîtên operasyonê, 46 ambûlans û 3 helîkopterên rizgarkirinê hatine îmhakirin û ji kar ketine.