11 welatan li hember êrîşa Îsraîlê li ser Sûriyê bertak nişan dan
RûpelNews - Daxuyaniyek hevbeş a ji aliyê wezîrên derve yên Tirkiye, Cezayîr, Endonezya, Filistîn, Qeter, Lubnan, Malezya, Morîtanya, Pakistan, Somalî û Erebistana Siûdî ve hat weşandin, tekez kir ku êrîşên Îsraîlê li ser Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû el-Duhur "zêdebûna aloziyê ya pir xeternak" temsîl dike.
Daxuyaniyê, ku êrîşan wekî binpêkirinek eşkere ya serwerî, yekparçeyiya axa Sûriyê û yekparçeyiya siyasî bi nav kir, fikarên xwe li ser hedefgirtina berdewam a ax û binesaziya Sûriyê anî ziman.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê dikarin hewldanên ji bo vegerandina ewlehiya Sûriyê, ji nû ve avakirina saziyên wê yên neteweyî û çareserkirina encamên mirovî yên şerê bi salan têk bibin.
Daxwaza "gavên berbiçav" ji civaka navneteweyî
Wezîrên derve yên 11 welatan bang li civaka navneteweyî kirin ku di derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê de "helwestek hişk, zelal û prensîbî" bigire.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li gorî qanûna navneteweyî û Peymana NY gavên berbiçav werin avêtin, êrîş bên rawestandin û Peymana 1974an a li ser Vekişîna Hêzan bi tevahî bê şopandin.