Tirkiye li hemberî êrîşa Hûsiyan a li ser Mekeyê bertek nîşan da
RûpelNews - Di daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve de hat gotin: "Em wê êrîşa bi balafira bêmirov a Hûsiyan a li dijî bajarê pîroz ê Mekeyê bi tundî şermezar dikin." Di daxuyaniyê de tekezî li ser piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo serwerî, yekparçeyiya axê û ewlehiya Erebistana Siûdî hate kirin û her wiha bang li aliyan hate kirin ku xwe ji kiryarên ku dibin sedema zêdebûna aloziyên herêmî dûr bigirin.
Li başûrê Mekeyê balafireke bêmirov hate têkbirin
Turki al-Maliki, berdevkê Hevbendiya Erebî ya bi pêşengiya Siûdiyê, ragihand ku balafireke bêmirov ku tê gotin ji aliyê Hûsiyan ve hatiye şandin li başûrê Mekeyê hatiye tespîtkirin û têkbirin, berî ku bikaribe bikeve qada hewayî ya wê cihê pîroz.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree ew îdia red kir û destnîşan kir ku êrîşên wan tesîsên petrolê û baregehên leşkerî kirine armanc û wan ti êrîş li dijî cihên pîroz pêk neanîne.
Her wiha Hûsiyan ragihandin ku di heman rojê de, wan bi bikaranîna mûşek û balafirên bêmirov tesîsên Aramcoyê yên li bajarê Yanbu yê Siûdiyê û her wiha Baregeha Hewayî ya Khamis Mushait kirine armanc.