Li Tekîrdaxê li dijî komeleya kurdî êrîşa çekdarî hat kirin
RûpelNews - Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê ya li navçeya Çerkezkoya Tekirdaxê bû hedefa êrîşeke çekdarî.
Êrîşkarê rûyê xwe pêça bû derengiya şevê bi tivingê gule li komeleyê reşand. Dema êrîşê tu kes li komeleyê nebû, ji ber vê yekê ti zirarê canî çênebû. Êrîşê zirareke madî gihand avahiya komeleyê.
Rêveberê komeleyê Hamdullah Kiliç derbarê êrîşê de ji RûpelNews re axivî.
Kılıç îdia kir ku komele berê jî rastî zextê dihat û wiha axivî: got:
"Sê gule li komeleyê ketin. Ev ne êrîşeke şexsî ye. Niyeta li pişt êrîşê çi dibe bila bibe, bila her kes bizanibe ku ew nikarin bi kiryarên wiha gelê Kurd bitirsînin. Piştî vê êrîşê eleqeya bi komeleyê re dê zêde bibe. Çi dibe bila bibe, komele bê xwedî nîn e û em ê her dem xwedî li komeleyê derkevin."
Ligel desteserkirina êrîşkar derbarê bûeyrê de lêpirsîn berdewam e.
🚨Li Tekirdagê êrîşa çekdarî li komeleya kurdî hat kirin!
— RupelNews Kurmancî (@RupelNews_ku) September 7, 2026
Şeva borî li navçeya Çerkezkoyê, bi tifingê êrîş li Komeleya Pêşvebirina Zimanê Kurdî hat kirin. pic.twitter.com/YOYCobLqI9
🔴Komeleya Kurdî ya li Tekirdagê rastî êrîşa çekdarî hat. Rêvebirê komeleyê Hamdullah Kiliç ji RûpelNewsê re axivî:
— RupelNews Kurmancî (@RupelNews_ku) September 7, 2026
📌Ev ne êrîşeke şexsî ye
📌Nikarin bi kiryarên wiha gelê kurd bitirsînin
📌Êrîşkar hatiye girtin, xelkê Çewlîgê ye pic.twitter.com/QRSpXVWBhW