TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Şirnexê agir li daristanê derket

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 îlon 2026 18:03
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, li devereke daristanî ya nêzîkî gundê Zerbêlê şewatek derket. Tîmên agirkujiyê ji bo cihê bûyerê hatin gazîkirin û ji cendirme û nobedarên ewlehiyê alîkarî hate xwestin da ku agirî vemirînin.

RûpelNews - Li navçeya Elkê, li nêzî gundê Zerbêlê, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn agir li devereke daristanî derket. Piştî raporên welatiyên ku dûman dîtibû, tîm ji bo herêmê hatin şandin.

Tîmên agirkujiyê yên şaredariyên Elkê û Dêrahînê hewl didin şewatê vemirînin, di heman demê de hewldan berdewam dikin ku pêşî li belavbûna agirî bo deverên berfirehtir bigirin.

Her ku şewatê berdewam kir, ji yekîneyên cendirme û nobedarên ewlehiyê jî alîkarî hat xwestin.

Digel ku hewldanên tîman ji bo kontrolkirina agirî berdewam dikin, sedema şewatê hîn jî ne diyar e. (DHA)

Parve bike: