TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li Antalyayê agir girte daristanê: Ji hewa û bejayî mudaxale tê kirin

📅 28 tîrmeh 2026 08:24
Li navçeya Kaş a Antalyayê li daristanê şewat derket, hewl tê dayîn ku ji hewa û bejayî were vemirandin. Tîmên agikujiyê bi şev û roj dixebitin da ku agirê ku ji ber bayê belav dibe, kontrol bikin.

RûpelNews - Şewat ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn li herêma daristanî ya taxa Uzumlu ya Kaşê derket. Piştî agahdarkirina welatiyên ku dûman dîtibûn, tîmên Rêveberiya Daristanê ya Herêma Antalyayê û agirkujiyê ber bi herêmê ve hatin şandin.

Di destpêka şewatê de 6 helîkopter, 3 balafirên agirkujiyê, 14 otombîlên agirkujiyê, 5 wesayîtên avdanê, 2 wesayîtên mudaxaleya yekem û 135 karkerên daristanê cih girtin.

Ji ber ku ba carinan radibû, tîm hem ji hewayê û hem jî ji erdê bi awayekî dijwar dixebitin da ku pêşî li belavbûna agir bigirin.

Digel ku hewldanên ji bo kontrolkirina şewatê berdewam dikin, lêpirsînek ji bo diyarkirina sedema şewatê hatiye destpêkirin.

Rayedaran diyar kirin ku geşedanên li herêmê ji nêz ve tên şopandin û armanc ew e ku agir di zûtirîn dem de were kontrolkirin.


 

Parve bike: