Li Amedê di agirê li sê taxan derketî de embar, dar û stûnên elektrîkê şewitîn
RûpelNews - Şewata ku li navçeyên gundewarî yên Hacîca, Avanekê û Weysikanê Jêrîn ên navçeya Farqîn a Amedê derket bi lez belav bû, ji ber bayê zêde bû û her sê gundewaran jî bandor jê dît. Bi hewldanên dijwar ên tîmên Xizmeta Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin a Amed û Şaredariya Farqînê, agir hat kontrolkirin.
Elektrîk qut bû
Di şewata ku sedema wê hêj nehatiye diyarkirin de, li taxa Hacîca ambarek, depoyeke daran û gelek dar bûn xwelî, û herwiha nêzîkî 10 stûnên elektrîkê şewitîn. Ji ber zirara ku gihîşt stûnan, li taxê elektrîk qut bû.
Piştî şewatê, Hevserokên Şaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen serdana herêmê kirin û li taxên ku zirar dîtibû, teftîş pêk anîn. Hevserokan, ku ji nêz ve çavdêriya hewldanên agirkujiyê kirin, bi niştecihan re axivîn û xemgîniya xwe anîn zimên.
Şewatê zirareke mezin da
Muxtarê Hacîca Mahsum Înatçi, diyar kir ku şewatê li herêmê zirareke mezin daye û lê zêde kir ku sedema şewatê hêj ne diyar e. Înatçi, ku destnîşan kir ku gundiyan zirareke giran dîtine, hişyarî da niştecihan ku xwe ji tevgerên ku dikarin bibin sedema şewatê dûr bixin. Înatçi ji bo bersivdana wan a bilez a li hember şewatê, spasiya tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Mezin a Amedê û xebatkarên Şaredariya Farqînê kir.
Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevim Bîçîcî, destnîşan kir ku ji ber bayê pêtên agir di zû belav bûn û lê zêde kir ku bi saya hewldanên tîman agir hatiye kontrolkirin.
Bîçîcî, ku bal kişand ser wê yekê ku di mehên havînê de metirsiya şewatê zêde dibe, hişyarî da ku xemsariyeke biçûk jî dikare bibe sedema windahiyên mezin ên can û malî û bang li welatiyan kir ku bêtir baldar û hişyar bin.