TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Amedê 52 kes hatin binçavkirin

📅 03 îlon 2026 13:02
Hate ragihandin ku vê sibehê di serdegirtinên malan de li Amedê hejmareke mezin kes hatine binçavkirin. Hate eşkerekirin ku kesên hatine binçavkirin birine Navenda Polîsan a Amedê.

RûpelNews - Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di çarçoveya operasyonê de herî kêm 52 kes hatine binçavkirin. Heta niha derbarê sedemên desteserkirinan de ti agahî nehatiye bidestxistin.

Heta niha ji aliyê çavkaniyên fermî ve derbarê desteserkirinan de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Navên 10 kesên ku hatine binçavkirin ev in: Sîbel Kaya, Arzu Karaman, Rozerîn Kurt, Hasan Karsu, Yunus Emre Ergîn, Baran Çinar, Murat Sonmez, Mervan Konur, Azad Kilinç, Suleyman Yildiz.

Parve bike: