Li Hewlêrê êriş: Serbazekî Fransî canê xwe ji dest da
RûpelNews - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser platforma medyaya civakî Xê ragihand ku leşkerekî Fransî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye û sersaxî ji malbat û hezkiriyên leşker re xwest. Macron her wiha tekez kir ku Fransa dê wekî beşek ji têkoşîna li dijî terorê, çalakiyên xwe yên li herêmê bidomîne.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav daxuyanî da
Di vê navberê de, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav hûrgiliyên êrîşê parve kirin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Xoşnav ve hatin dayîn, êrîş derdora saet 22.30an li herêma Mela Qara ya navçeya Mexmûrê pêk hatiye. Li gorî agahiyan, du firokeyên bêmirov baregeheke ku ji aliyê hêzên Pêşmerge û artêşa Fransayê ve bi hev re dihat bikaranîn, kirin armanc.
Parêzgar Xoşnav diyar kir ku di êrîşê de şeş leşkerên Fransî birîndar bûne û birînên wan sivik in. Xoşnav got, "Agahî hene ku dibe ku du kesên din jî birîndar hebin, lê ev yek hêj nehatiye piştrastkirin. Çar ji birîndaran bo nexweşxaneyê hatine veguhestin."
Hat ragihandin ku di êrîşê de tu Pêşmerge birîndar nebûne. Hat eşkerekirin ku leşkerên Fransî di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de hêzên Pêşmergeyan perwerde dikirin.