Cîhan
Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir: 10 kesan canê xwe ji dest da
Hate ragihandin ku di êrîşeke hewayî ya Rûsyayê de li ser bajarokê Pecheneg ê li herêma Xarkovê a Ukraynay, herî kêm 10 kes hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.
RûpelNews - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî diyar kir ku êrîş li ser xaçerêyeke qelebalix bûye ku postexane, dikan û mal lê bûn.
Zelenskî got ku dê bersivek li hember êrîşê bê dayîn.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkovê Oleg Sinegubov, her wiha piştrast kir ku êrîşeke mûşekî li ser Pechenigê hatiye kirin.
Êrîşa bi 147 dronên bêmirov
Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê bi şevê bi tevahî bi bikaranîna 147 dronên bêmirov êrîş pêk aniye, ku 111 ji wan hatine bêbandor kirin.
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşa li Zaporizhzhia de du kes hatine kuştin, û li herêmên Chernihiv û Dnipropetrovskê du kesên din jî birîndar bûne.