Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: 31 kesan canê xwe ji dest da
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat kirin de hat îdia kirin ku di êrîşên di şevê de hatine kirin de, kesayetên payebilind ên Hizbulahê hatine hedef girtin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku "kesayetên payebilind" ên rêxistinê li Beyrûtê û "kesayetek sereke" li başûrê Lubnanê hatine hedefgirtin. Hat ragihandin ku hûrgiliyên êrîşê dê paşê bên parvekirin.
Îdiayên derbarê mûşekên ji Lubnanê hatine avêtin
Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî ku hat tespîtkirin ku mûşek ji Lubnanê hatine avêtin, pergala hişyariyê li bakurê welêt hatin çalakkirin. Li dû vê geşedanê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li seranserê Lubnanê li dijî Hizbulahê êrîşên hewayî pêk anîne. Piştî êrîşan Beyrûtê dengê teqînan hatin bihîstin
Metirsîdariya li herêmî zêde dibe
Piştî êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatin destpêkirin de hat îdiakirin ku ji Lûbnanê ji bo cara yekem li dijî Îsraîlê êriş hatiye kirin. Pêşketinên dawî nîşan didin ku metirsîdariya li herêmê hîn zêdetir dibe.