Dîsa li Hewlêrê êrişî Komeleyê hat kirin: 5 dron hatin xistin
RûpelNews - Endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê Emced Husên Penahî ragihand ku bi du dronan êrişî Komeleyê hatiye kirin û got: "Êriş demjimêr 00:20î li ser Dola Alaneyê hat kirin lê ti zererên canî çênebûn."
Penahî her wiha da zanîn ku ji destpêka şer ve bi zêdetirî 95 mûşek û dronan baregehên Komeleyê hatine hedefgirtin.
Êrişa li ser PDK-Îyê
Çavkaniyeke ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) jî ragihand: "Îşev demjimêr 00:30î du dron li nav Kampa Cejnîkanê ya li rojhilatê Hewlêrê ketin xwarê lê ti zererên canî nînin."
Kampa Cejnîkanê cihê mana beşek ji malbat û xizmên Pêşmerge û kadroyên PDK-Îyê ye.
Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê kamp hatibû valakirin.
Agir bi zeviyan ket
Hat ragihandin ku li Dola Alaneyê û gundekî qezaya Xelîfanê li sê cihan ji ber xistina dronan agir derketiye. Li gorî zanyariyan inek perçeyên wan dronên ku hatine têkbirin ketine hewşên malan. (Rûdaw)