TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ji bo rawestandina 'şerê Îranê' hewldanên navneteweyî berdewam dikin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 adar 2026 11:03
Şerê Îranê di 20emîn roja xwe de berdewam dike. Heta niha jî ji hewldanên dîplomatîk tu encam nehatine girtin. Ji hewlên aşitiyane Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Qetarê dike.

RûpelNews - Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê îro serdana Qeterê bike. Hate ragihandin ku ev serdan dê piştî peywendiyên dîplomatîk pêk were ku tê de geşedanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Tirkiyeyê de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve Fîdan dê îro serdanekê li Qeterê bike.

Fîda, beşdarî civîna li Riyadê bûbû

Wezîr Fîdan duh beşdarî civîneke ku li Riyadê bi mêvanîtiya Erebistana Siûdî hatibû lidarxistin bû, ku tê de geşedanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

"Ez dest bi gera herêmî dikim"

Di daxuyaniyeke ku di 17ê Adarê de ligel Wezîra Derve ya Kanadayê Anîta Anand da, Fîdan diyar kiribû ku ew ê bi welatên herêmî re bikeve têkiliyê ji bo gotûbêja gavên ku dikarin ji bo rawestandina şer bên avêtin, û ku bernameya serdana wî dê di demek nêz de dest pê bike.

Hewldanên navbeynkariyê berdewam dikin

Hatibû îdîakirin ku Amerîkayê bi rêya Tirkiyeyê peyameke 'agirbestê' ji Îranê re şandiye. Tirkiye, Herêma Kurdistanê û gelek welatên li herêmê ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de hewldanên xwe didomînin.


 

Parve bike: