Trump banga rawestandina şerê Îsraîl û Îranê kir
RûpelNews - Îranê diyar kir Îsraîlê bi êrîşên xwe yên li ser Lubnanê peymana agirbestê bin pê kir û li ser vê li dijî Îsraîlê bi moşekan dest bi êrîşan kir. Piştî vê Îsraîlê jî bersiv da Îranê û dest bi êrîşan kir.
Ligel berdewamiya şerê Tahran û Tel Avîvê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li her du aliyan kir û wiha got: "Divê Îsraîl û Îran demildest şer rawestînin."
Di daxuyaniya xwe ya şeva borî de Donald Trump bang li Îranê kiribû ku xwe ji êrîşên din dûr bixe û bang li Îsraîlê jî kiribû ku dev ji tolhildanê berde.
Trump di hisaba xwe ya medyaya civakî de ji nû ve banga rawestandina şer bo her du aliyan kir.
Trump di daxuyaniya xwe ya duh de jî bang li Îranê kir û got: "Şîreta min ji bo Îranê ev e: We moşekên xwe avêtin; ev bes e. Vegerin ser maseyê û li hev bikin."