Îro merasîma yekkirina Hêzên Pêşmerge tê lidarxistin
RûpelNews - Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê merasîma fermî de ku li paytext Hewlêrê birêve diçe, pêngavên sereke û dawîn ên proseya yekxistin û jinûverêxistina
Hêzên Pêşmerge têne aşkerekirin.
Derbarê vê pêngavê de, roja 10ê vê mehê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bi awayekî serkeftî bidawîhatina proseya yekxistin û rêxistinkirina temamî ya hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ragihandibû. Wezîr dabû zanîn ku hemû hêzên Yekîneya 70 û Yekîneya 80 li ser asta yek fermandehiyê (lîwa, fîrqe û fermandariyên deverî) hatine yekxistin.
Wezîrê Pêşmerge ev rûdan wekî "mizgîniyeke dîrokî û destkeftiyeke mezin bo gelê Kurdistanê" binav kir û diyar kir: "Bi serbilindî ve radigihînin ku xewna ji mêj ve ya gelê me bi cih hat; proseya yekxistin û rêkxistina temamî ya Hêzên Pêşmerge di bin banê wezaretê de bi serkeftî bi dawî bû. Her du deverên fermandariyê bi fermî dest bikar dibin û Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke serdemiyane û yekgirtî."
Şoreş Îsmaîl amaje bi wê yekê jî kir ku ev serkeftin encama piştevaniya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr e, herwiha berhema rola girîng a Hêzên Hevpeymanan bi serkêşiya Amerîkayê ye. Wezîrê Pêşmerge spasiya alîkariyên wan kir û daxwaz kir ku di qonaxa bê de jî hevpeyman bi şêwazekî nû piştevaniya xwe ya bo Hêzên Yekgirtî yên Pêşmerge bidomînin.
Yekxistina Pêşmerge bi vî awayî ye:
Li gorî plana nû ya yekxistinê, artêşa yekgirtî ya Pêşmerge ji van beşan pêk tê:
- 2 Fermandariyên Deverî (Devera Yekem û Devera Duyem)
- 11 Fîrqe
- Her fîrqeyek ji 3 lîwayan pêk tê, ligel 2 lîwayên peyade bo her du deverên fermandariyê.
Li gorî Yadaştnameya Hevtêgihîştinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) de, meha Îlona îsal dema dawîn ye ji bo temamkirina proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge.(K24)