TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka: Paşvekişandina hêzên me bizêbûna Pêşmerge nîşan dide

📅 30 îlon 2026 08:54
Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku paşvekişandina hêzên Amerîkî ji Herêma Kurdistanê û Iraqê heta 30ê Îlonê, nîşana zêdebûna şiyana hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ye.

RûpelNews - Pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê berdewam dike, ji Washingtonê derbarê girîngiya vê pêvajoyê de daxuyaniyeke balkêş hat dayîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, di bersiva pirsên nûçegihanê Rudawê yê Washingtonê Diyar Kurda de got ku vekişîna hêzên Amerîkayê li gorî dema ku berê ji aliyê Iraq û Amerîkayê ve li ser hatibû lihevkirin, pêk tê.

Berdevk got, "Ev guhertin nîşan dide ku şiyana hêzên ewlehiyê yên Iraqê, tevî Hêzên Pêşmerga yên Kurdistanê, zêde bûne. Herwiha ev nîşan dide ku Iraq û DYA di têkiliyên xwe yên dualî de rûpelek girîng derbas kirine."

DYA: Şiyanên DAIŞê bi awayekî berbiçav kêm bûne

Wezareta Derve ya DYAyê diyar kir ku hevkariya bi Iraqê re şiyana DAIŞê ya ji bo pêkanîna operasyonan li Iraq û Sûriyê û belavkirina tundûtûjiyê li herêmê bi awayekî berbiçav kêm kiriye.

Wezaretê her wiha diyar kir ku Washington pabend e ku hevkariyeke aborî û ewlehiyê ya xurt û dualî ya bi feyde bi hikûmeta Iraqê re biparêze.

Paşvekişîn dê îro biqede

Tê payîn ku paşvekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, li gorî bernameya demî ya diyarkirî, heta dê îro biqede.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sabah Numan, her wiha di daxuyaniyekê de di 28ê Îlonê de ragihand ku pêvajoya vekişîna hêzên koalîsyonê ji Hewlêrê berdewam dike û ev vekişîn dê heta 30ê Îlonê bi dawî bibe.

Numan destnîşan kir ku vekişîn dê tevahiya Koalîsyona Navneteweyî li xwe bigire û piştî 30ê Îlonê ti leşkerên biyanî li Iraqê namînin.

Li Bexdayê merasîm û di 1ê Cotmehê de konferans

Desthilatdarên Iraqê dê li Bexdayê merasîmeke fermî li dar bixin ji bo pîrozkirina dawîhatina mîsyona Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê.

Sabah Numan ragihand ku merasîm dê di bin çavdêriya Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de pêk were û li pey wê di 1ê Cotmehê de dê 'Konferansa Serdestiyê' were lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku dê serokên siyasî û hêzên siyasî yên li Iraqê ji bo konferansê bên vexwendin.

Bi vekişîna DYAyê re, serdemeke nû dê dest pê bike ku tê de berpirsiyariyên ewlehiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê dê her ku diçe zêdetir ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Pêşmerge ve bên girtin ser xwe.

Parve bike: