Wezîrê Pêşmerge: Hêzên Pêşmerge hatin yekirin
RûpelNews - Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, roja Pêncşemê ragihand ku hewildanên ji bo yekirina hêzên Pêşmerga, ku bi salan bûn didomiyan, bi dawî hatiye.
Îsmaîl diyar kir ku, bi beşdariya yekîneyên 70emîn û 80emîn, astengiyên di pêvajoyê de hatine derbaskirin û hemû hêz di bin sîstemeke yekane ya fermandari û kontrola de di şiklê fermandariyên lîwa, fîrqe û herêmî de hatine jinûve rêxistinkirin.
"Destkeftiyeke dîrokî ye"
Îsmaîl yekbûn wekî "destkeftiyeke dîrokî" ji bo Herêma Kurdistanê bi nav kir û diyar kir ku Herêm niha xwedî hêzeke leşkerî ya nûjen û yekgirtî ye di bin fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge de.
Şoriş Îsmaîl destnîşan kir ku, ji bilî piştgiriya Serok, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên bi pêşengiya Amerîkayê jî di temamkirina pêvajoyê de roleke girîng lîstine.