Nêçîrvan Barzanî banga yekkirina Hêzên Pêşmerge kir
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Zaxoyê bû.
"Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî Kurdistan ji terorê parast"
Serok Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de bal kişand er rola Hêzên Pêşmerge û got: "Pêşmerge bi serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi xwîn û canê xwe parastina axa Kurdistanê kir û rê neda ku welat bikeve destê terorîstên DAIŞê. Heta Kurd hebin, Pêşmerge dê bibe sembola parastinê."
Banga yekkirina Hêzên Pêşmerge
Barzanî di axaftina xwe de qala proseya yekkirina Hêzên Pêşmerge kir û da zanîn ev proseya yekkirinê wekî ku pêwîst dike bi rê ve naçe û ji vê yekê nerazîbûna xwe anî ziman. Barzanî got, "Gelê Kurdistanê bi salan e li benda hêzeke niştimanî ya yekgirtî ye. Divê îradeyeke siyasî ya bihêz hebe, da ku Pêşmerge ji nakokiyên siyasî dûr bikeve û bibe hêzeke niştimanî ya modern. Derengketina vê pêvajoyê li ser asta navneteweyî zirarê daye navûdengê Herêma Kurdistanê."