TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îraq: Êrîşa dronan li Mexmûrê hat têkbirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 12 adar 2026 19:20
Wezareta Parastina Îraqê ragihand ku di bajarê Mexmûr de çar dron hatin êxistin, lê tu zirareke canî ji hêzên Iraqê an civakê nehatiye tomar kirin.

RûpelNews - Li gorî ragihandina Wezareta Parastina Îraqê, Hêzên Ketîbeya Endazyariya Meydanî ya girêdayî Firqeya 14ê Piyade û Fermandariya Operasyonên Neynawayê (Kertê Fewca 1ê ya Lîwaya 50ê) di bersiva êrişên dronan de rûbirû bûn. Berî ku dronan bigihîjin armancên xwe li asmanê Mexmûrê, hêzên Iraqê wan êxistin.

Mirin an birîndar nehatiye tomarkirin

Wezareta navbirî jî nîşan da ku tu zirareke canî di nav rêzên karmendên hêzên Iraqê û welatiyan de nehatiye tomarkirin. Aliyên pêwendîdar jî dest bi şopandin û bicihanîna rêkarên pêdivî kirin, da ku hûrgilî û şert û mercên bûyerê were kontrol kirin.

Wezareta Parastina xwest jî tekez kirin ku hêzên çekdar di asta herî bilind a amadebûnê de ne, da ku li beranberî her gefeke li ser ewlehiya welat bisekinin.

Serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin

Ev bûyer di demekê de ye ku Îsraîl û Amerîka, di roja 28ê Sibatê 2026ê, bi hev re êrîşî li Îranê kirin û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin.

Di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî, û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşên li Îsraîl û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir, û heta niha hejmara kuştî, birîndar û zirarên madî zêde bûye.

Herêma Kurdistanê, bi taybetî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de gelek caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji hêla sîstema berevaniya asmanî ve şikandin.
 

Parve bike: