Îranê bi moşekan êrişî welateke Kendavê kir
RûpelNews - Rayedarên Îmarata Erebî, ragihandin ku piştî nûçeyên ku diyar dikirin çar moşek ji Îranê ber bi welêt ve hatine avêtin, ji aliyê pergalên parastina hewavî ve hatine têkbirin.
Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî yê Saziya Rêveberiya Rewşa Awarte, Krîz û Karesatan a Neteweyî hate weşandin, hat gotin ku "sîstemên parastina hewayî niha li dijî gefên mûşekan çalak in". Di daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku li deverên ewle bimînin û ragihandinên saziyên fermî bişopînin.
Sê mûşek hatin astengkirin, yek ket deryayê
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îmaratê ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku çar mûşekên keştiyî yên ji Îranê hatine avêtin hatin tespîtkirin. Li gorî daxuyaniyê, sê ji mûşekan li ser avên serwerî yên welêt hatin bêbandorkirin, lê yek jî ket deryayê.
Desthilatdaran ragihand ku dengên teqînan ên ku li deverên cuda yên welêt hatin bihîstin, di dema astengkirina gefên hewayî de qewimîn. Ji welatiyan hat xwestin ku tenê xwe bispêrin çavkaniyên fermî û hişyariyên ewlehiyê bi cih bînin.
Peyamên hişyariyê ji welatiyan re hatin şandin
Her wiha hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Hundir a Îmaratê di van demên dawî de derbarê gefên moşekan ên muhtemel de peamên hişyariyê ji telefonên desta re şandibûn.
Şewata li binkeyeke petrolê ya li Fujairahê
Di heman demê de, di daxuyaniyekê de ji Emîrata Fujairahê ya li Îmaratê hat ragihandin ku li tesîseke petrolê şewat derketiye, piştî êrîşeke ku tê îdiakirin ji aliyê firokeyeke bêmirov (UAV) a ji Îranê ve hatiye kirin. Derbarê şewatê de ti hûrgiliyên din nehatin parvekirin.