TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îranê li Herêma Kurdistanê êrişî kampa sivîlan kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 07 gulan 2026 09:17
Îranê careke din êrişî Herêma Kurdistanê kir. Hat ragihandin ku şeva borî, Îranê bi sê dronan êrîş bir ser kampa Zewî Aspî ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDKÎ) ku malbatên endamên wê lê diman.

RûpelNews - Her çend partî û tevgerên li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê gotibin ku ew di nakokiya Îran-Amerîkayê de alîgiriyê nakin û xwe ji şer dûr digirin jî, hatiye destnîşankirin ku êrîşên Îranê û hêzên wê yên herêmî yên girêdayî wê didomin. Hat ragihandin ku di êrîşên Îranê yên heta niha de herî kêm 20 kurdistanî şehîd ketine.

Îranê bi sê dronan êrîşek pêk anî

Li gorî agahiyên ku ji aliyê PDKÎ ve hatine parvekirin, Îranê şeva borî derdora saet 23.00an bi rêya sê dronan êrîşî baregeha wan a li Zewî Aspî kir. Heta niha derbarê encama êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Hat ragihandin ku li vê qempê endamên PDKÎ û malbatên wan lê dimînin. Her wiha hat ragihandin ku zarok û endamên malbatê yên kal jî li kampê bûn.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê PDKÎ ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku Îranê ji dawiya meha Sibatê ve 119 êrîş birine ser baregehên wan.

Parve bike: