Welatên G7 bo Îranê: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
RûpelNews - Di daxuyaniya ku ji aliyê wezîrên derve yên G7 û Nûnerê Bilind ê YE ve hat weşandin de, hat gotin ku çalakiyên leşkerî yên Îranê li herêmê hem ewlehiya herêmî û hem jî ya cîhanî dixe xeterê. Daxuyaniyê banga rawestandina "lezgîn û bêmerc" a van operasyonan kir.
Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê di rojevê de ne
Daxuyaniyê baleke taybet da ser geşedanên li Iraq û Herêma Kurdistanê. Welatên G7an ragihandin ku ew êrîşên Îranê û milîsên wê yên girêdayî yên li ser binkeyên dîplomatîk û binesaziya enerjiyê ya li Iraqê şermezar dikin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku êrîşên li ser hêzên Amerîkayê, hêmanên koalîsyona dijî DAIŞ'ê û hedefên li Iraqê jî nepejirandî ne.
Peyama hevgirtinê ji bo welatên herêmî
Welatên G7ê piştgiriya xwe bi Behreyn, Kuweyt, Oman, Qeter, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Urdun û Iraqê re ragihandin, ku li gorî agahiyan bûn armancên mûşekên balîstîk û firokeyên bêmirov ên Îranê.
Daxuyaniyê, bi amajekirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku welatên navborî xwedî mafê parastina xwe ya rewa ne ji bo parastina axa û welatiyên xwe.
Giringî li ser Tengava Hurmûzê û ewlehiya enerjiyê
Daxuyaniyê tekezî li ser girîngiya parastina ewlehiya deryayî li rêyên deryayî yên krîtîk, bi taybetî Tengava Hurmûzê, kir. Hat ragihandin ku dê tedbîrên pêwîst werin girtin ji bo misogerkirina ewlehiya zincîreyên dabînkirina enerjiyê û aramiya bazara enerjiyê.
Her wiha hat destnîşankirin ku piştgirî ji biryara Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ya ji bo derxistina rezervên stratejîk ên petrolê bo bazarê re tê dayîn.
Banga li Îranê
Di daxuyaniya hevpar de, ji Îranê hat xwestin ku çekên atomî pêş nexe û çalakiyên têkildarî bernameya xwe ya mûşekên balîstîk rawestîne. Herwiha, ji rêveberiya Tehranê hat xwestin ku dawî li wan çalakiyan bîne ku li herêmê dibin sedema bêîstiqrariyê.