Li Almanyayê, ji ber êrîşên li ser Herêma Kurdistanê Îran hate protestokirin
RûpelNews - Duh, roja Sêşemê, li Hanoverê, paytexta Saxonyaya Jêrîn, meşeke protestoyê jialiyê koma 'Kurdistanîyên Hanover' ve, ku nûnerên hemû partiyên kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û hejmarek aktîvîstên kurd ên li Hanoverê tê de cih digirin, hat lidarxistin.
Xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrîşên Îranê û milîsên wê yên ku Herêma Kurdistanê bi firokeyan û dronan dikin, hat li darxistin.
Nûnerê Rêxistina Civata Kurd li Saxonyaya Jêrîn Alan Ramadan, ji berpirsa beşa Erebî ya malpera RûpelNews, Şêrîn Dawûd, re got ku "civaka kurd, bi hevkariya 'Kurdistanîyên Hannover', meşa protestoyê organîze kirin, ku tê de beşdaran redkirin û şermezarkirina xwe ya li hember hedefgirtinên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê anîn ziman, û tekezî li ser hevgirtina xwe ya tam a bi wê re kirin."
Xwepêşandan ji bo nîşandana helwesta yekgirtî ya Kurdan a redkirina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê piştî derketina şerê Îsraîl Amerîka-Îranê hate organîzekirin, û beşdaran alayên Kurdistanê û pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî û Almanî hildabûn, şermezarî li bilindbûna aloziya leşkerî kirin û daxwaza rawestandina wê ya lezgîn kirin.
Nûnerên partiyên Kurdî û Almanî jî axivîn
Hejmarek nûnerên partiyên Kurdî axaftin kirin û tê de êrîşên Îranê û milîsên wê yên girêdayî li ser herêmê şermezar kirin, û tekezî li ser girîngiya helwesteke yekgirtî ya Kurdan li hemberî zehmetiyên heyî kirin.
Hejmarek nûnerên partiyên Almanî jî axivîn, ku tê de êrîşên azmanî û yên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin, tekez kirin ku berdewamiya van êrîşan ewlehî û aramiya herêmê dixe xeter û metirsîyê de, û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo bidawîkirina van êrîşan tavilê tevbigerin.