TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îranê, li Herêma Kurdistanê êrişî partiyên Rojhilat kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 nîsan 2026 08:34
Li gorî zanyariyan, Îranê êrişî kampên partî û malbatên Rojhilatê Kurdistanê yên li Hewlêr, Silêmanî, Soran û Koyê kir.

RûpelNews - Êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Li gorî zanyariyan, Îranê şeva borî bi dron û mûşekan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê kir.

Dengê teqînan li Hewlêr, Silêmanî, Soran û Koyeyê hat bihîstin. Di van êrişan de baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên malbatên wan hatin bombebarankirin.

Kempa penaberan hat bombebarankirin

Destpêkê saet 20.00ê şeva borî bi dronek û mûşekekê, kampeke penaberan a malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li qezaya Koyeyê (Hewlêr) hat bombebarankirin.

Malpera PDK-Îyê ragihand ku êrişê tenê zerera madî gihandiye kampê

Her li gorî heman malperê, saet 22.20ê şeva borî kampeke din a xizmên Pêşmergeyan a li Koyeyê bi mûşek û dronekê hatiye bombebarankirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, saet 22.20 heta 23.00yê şeva borî li asmanê Hewlêrê û derdora wê 7 dron hatine teqandin. Di gel destpêkirina rojeke nû, êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kir.

Kampên xizmên Pêşmergeyên Rojhilat kirin armanc

Wan êrişan bi taybetî baregeh û kampên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kirin armanc.

Êrişên li ser Silêmaniyê

Berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê got, "Baregeha pêwendiyan a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ket ber êrişeke asmanî lê ti ziyana canî nebûye çimkî baregeh vala bû."

Di heman demê de careke din bi 2 dronan êrişî kampên penaberan ên li Koyeyê hat kirin.
Çavkaniyeke agahdar daxuyand, "Yek ji dronan hat têkbirin û ya din jî ket xwarê."

Saet 12.40î careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê yên li Koyeyê hat kirin.
Bi çend xulekan pişt re careke din bi dronan êrişî heman kampê hat kirin. 

Dron li ser balafirgehê hatin teqandin

Beriya saet 01.00ê şevê careke din bi dronan êrişî baregeha Komeleyê ya li Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî zanyariyan, zerereke mezin gihiştiye baregehê, malên derdorê û otomobîlên welatiyan.

Rêzeêrişên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî yên li ser bajarê Hewlêrê didomin.
Saet 02.37an dronek li sînorê nahiyeya Şemamkê ya Hewlêrê hat teqandin.
Du xulekan pişt re, 2 dronên din li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin teqandin.

Li Soranê dengê balafirên şer 

Îro dengê teqînan li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê jî hat bihîstin.
Li gorî zanyariyan, li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê bi taybetî li qezayên Soran, Xelîfan, Rewandiz, Çoman û Sîdekanê dengê balafirên şer hat bihîstin û di heman demê de dengê du teqînan hat bihîstin."

Piştî daxuyaniya Trump êriş zêde bûn

Êrişên şeva borî û berê sibeha îro zêdetir li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên penaberan ên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê bûn. Ev êriş piştî daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk hatin.

Trump di daxuyaniyekê de ji bo kanala Fox Newsê ragihandibû ku Washingtonê bi rêya kurdan çek ji bo xwenîşanderên nav Îranê şandine.

Lê wî guman kir ku çek gihiştibin destê xwenîşanderan û gotibû, "Bi dîtina min kurdan ew çek ji bo xwe hilgirtin."

Ji aliyê rêveberên partiyên Rojhilat ve ev îdiayên Trump nehatin piştrastkirin û wan red kir ji Amerîkayê çek wergirtibin.

Parve bike: