TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê bi moşekan êrîş li welatên Kendavê kir

📅 21 tîrmeh 2026 17:23
Îranê bi moşekan êrîş li welatên Bahreyn û Kuweytê kir. Li Bahreynê piştî êrîşê dengê zingil/sîrenan bilind bûn, li Kuweytê sîstemên parastina hewayî li dijî dron û moşekan hatin aktîfkirin.

RûpelNews - Li Rojhilata Navîn şer û pevçûn her diçe gur dibe. Îranê ji nû ve êrîş bir ser dewletên Kendavê.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî yê Wezareta Karên Hundir a Behreynê hate weşandin, hat ragihandin ku ji ber êrîşa Îranêli seranserê welêt siren lê xistine.

Di daxuyaniyê de ji welatî û niştecihan hat xwestin ku aram bimînin, berê xwe bidin herêma herî nêzîk a ewle û bi rêya kanalên fermî pêşketinan bişopînin.

Di heman demê de, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî yê Hêzên Çekdar ên Kuweytê hate weşandin, amaje bi êrîşên mûşekî û firokeyên bêmirov (UAV) ên ku ji Îranê dest pê kiribûn hat kirin. Hat ragihandin li dijî van êrîşan sîstemên parastina hewayî hatin aktîfkirin. 

Ji ber êrîşan tu kes zirar dît an na hêj tu agahî nehat dayîn.

Parve bike: