Piştî êrîşên Îranê li Kendavê metirsî zêde bû
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku bi rêya platforma medyaya civakî Xê hate weşandin, Wezareta Karên Hundir a Behreyînê ragihand ku zengilên hişyariyê li seranserê welêt hatine çalakkirin.
Di daxuyaniyê de bang li welatî û niştecihan hat kirin ku aram bimînin, biçin deverên herî nêzîk ên ewle û tenê ji çavkaniyên fermî geşedanan bişopînin.
Kuweytê sîstemên parastina hewayî çalak kirin
Artêşa Kuweytê jî ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî wek bersivdayîna li hember gefên mûşekî û balafirên bêmirov ên ku tê ragihandin ji Îranê tên, hatine çalakkirin.
Desthilatdaran diyar kirin ku dengên teqînan ên li seranserê welêt tên bihîstin, dibe ku ji ber midaxeleya sîstemên parastina hewayî be, û bang li gel kirin ku hişyariyên ewlehiyê yên fermî bi cih bînin.
Qetar: Êrîşên mûşekî hatin bêbandor kirin
Wezareta Parastinê ya Qetarê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku êrîşên mûşekî yên li dijî welêt ji aliyê Hêzên Çekdar ên Qetarê ve hatine astengkirin.
Wezaretê derbarê herêma ku êrîş lê qewimî, hejmara mûşekên ku hatine avêtin, an jî hûrgiliyên bûyerê de ti agahî neda.
Berî êrîşê, Wezareta Karên Hundir a Qeterê welatiyan hişyar kiribû ku ji ber metirsiya ewlehiyê ya li welêt li malên xwe bimînin.
Rêze daxuyaniyên ji welatên Kendavê eşkere kirin ku tedbîrên ewlehiyê li herêmê gihandine asta herî bilind. Rayedaran banga xwe ji nû ve dubare kirin ku gel bi rêya kanalên fermî geşedanan bişopîne.