TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Li Îranê metirsî heye ku 8 jinên girtiyên siyasî bên darvekirin

📅 02 tebax 2026 17:35
Hat ragihandin li Îranê ku fikarên mezin li ser bicihanîna cezayê darvekirina 8 jinên girtiyên siyasî heye

RûpelNews - Rêxistina Mafên Mirovan a Dîdeban derbarê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirina 8 jinên girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hişyariyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser 8 jinên girtiyên siyasî yên bi navên Pexşan Ezîzî, Zara Şehbazteberî, Nesîme Îslamzehî, Meryem Hodawend, Erxewan Felahî û Mehnaz Çardolî heye.

Hate destnîşankirin ku Werîşe Muradî û Bîta Hîmetî ku du jinên girtiyên siyasî ne û berê cezayê wan ê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Giştî ya Welat ve hatibû betalkirin, dîsa di bin metirsiya derçûna heman cezayê de ne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 8 girtî di girtîgehên Evîn û Girtîgeha Navendî ya Reştê de tên girtin. Ev jin bi tohmetên siyasî û ewlehiyê yên mîna ‘bexî’ (serhildana çekdarî), ‘muharebe’ (şerê li dijî xwedê) û tohmetên girêdayî xwepêşandan û çalakiyên siyasî rûbirûyî cezayê darvekirinê hatine kirin. Her wiha 3 kes ji van girtiyan, di nav kesên ku di xwepêşandanên dawî de hatine girtin de ne.

Li gorî agahiyên rêxistinê, di dema lêpirsîna jinan de, binpêkirinên berçav hatine qeydkirin; wekî bêparbûna ji mafê parêzerê serbixwe, nediyariya pêvajoya dadgehkirinê û sepandina zorê ji bo girtina îtîrafan. (AW)

 

Parve bike: