Îran: Heta ku daxwazên me neyên cîbicîkirin dê Hurmizê venekin
RûpelNews - Di daxuyaniya Zulkadir de, ji bo vekirina ji nû ve ya Tengava Hurmizê, rêzek daxwaz ji DYAyê hatin pêşkêşkirin. Îranê berî her tiştî daxwaza bidawîkirina gefên li dijî nirxên pîroz ên welêt û bidawîkirina şerê li dijî Îranê û hevalbendên wê kir.
Tehranê her wiha daxwaza rakirina dorpêça deryayî ya li dijî Îranê, vekişandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji herêmê û tezmînata zirara ku ji ber şer li Îranê bûye, kir.
Daxwazên din ên Îranê rakirina gemaroyan li ser welêt û serbestberdana sermayeyên Îranê yên rawestandî bêyî ku tu şert li ser werin danîn, di nav xwe de digirtin.
"Heya ku şert neyên pêkanîn, Tengav dê neyê vekirin"
Zulkadr diyar kir ku ev daxwaz nîşana hêviyên gelê Îranê ne û lê zêde kir ku Tengava Hurmizê dê neyê vekirin heya ku şert pêk neyên.
Rayedarê Îranî her wiha îşaret da ku heke DYA helwesta xwe biguherîne, danûstandin dikarin ji nû ve dest pê bikin. Bi vî awayî, her çend Tehranê deriyê Tengava Hurmizê bi temamî negirtiye, wê helwestek girtîye ku armanca wê xurtkirina destê xwe li hember Washingtonê ye.
Rewşa Tengava Hurmizê ji nêz ve tê şopandin, ne tenê ji aliyê aloziyên herêmî ve, lê herwiha ji aliyê bazarên enerjiyê yên cîhanî ve jî.