Cîhan
Amerîka: Em dikarin dorpêça li dijî Îranê heta hetayê bidomînin
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku Amerîka dikare dorpêça xwe ya deryayî ya li ser Îranê 'heta hetayê' bidomîne.
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li Panamayê derbarê dorpêça deryayî ya li dijî Îranê de ji rojnamevanan re axivî.
Hegseth diyar kir ku artêşa DYA dikare hebûna xwe ya deryayî li herêmê "heta hetayê" bidomîne da ku dorpêça li ser Îranê hatî ferzkirin biparêze û got: "Hêza Deryayî ya Amerîkayê dikare dorpêçê heta hetayê bidomîne. Ev ji ber wê yekê ye ku em ê keştiyên xwe li ser bingeha dorê bi cih bikin û vekişînin, çawa ku me heta niha kiriye û em ê berdewam bikin."
Hegseth tekez kir ku ji bo dorpêça li dijî Îranê demeke diyarkirî tune ye û dubare kir ku dorpêç dê "heta kengî pêwîst be" bidome.