TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka: Eger pêwîst bike em dê li dijî Îranê êrîşên kînetîk bikin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 tebax 2026 09:42
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li dijî Îranê îşareta operasyoneke nû da û got: "Eger pêwîst be em ê êrîşên kînetîk bi kar bînin."

RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, piştî serdana xwe ya baregeheke leşkerî li eyaleta Wisconsinê, derbarê Îranê de ji çapemeniyê re daxuyanî da.

Hegseth got: "Eger pêwîst be em ê êrîşên kînetîk bi kar bînin. Eger Îran di cîhê xwe de nesekine an jî bi ser artêşa Amerîkayê were, tiştê çi pêwist bibe em ê vê yekê bikin."

"Li Hurmuzê kontrol di destê Amerîkayê de ye"

Hegseth da zanîn ku bi zexta aborî niha zirareke gele mezin gihişt ser Îranê û îdia kir ku Tengava Hurmûzê di destê Amerîkayê de ye.

Hegseth got: "Îran nikare tiştekî ji Hurmuzê re derbas bike. Em dikarin. Aboriya cîhanî ji vê yekê agahdar e."

Parve bike: