TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rutte: Êrîşa Amerîkayê li dijî Îranê pêwîstiyek bû

📅 08 tîrmeh 2026 13:06
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, piştgiriya xwe ji bo êrîşa hewayî ya nû ya Amerîkayê ya li dijî Îranê ragihand û got: "Operasyona leşkerî li dijî Îranê teqez pêwîst bû."

RûpelNews - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, di roja duyemîn a Lûtkeya 36emîn a NATOyê ya Serokên Dewlet û Hikûmetan de li Enqerê press konferansekêd li dar xist û bersiva pirsên derbarê şerê Amerîka-Îranê da.

Rutte: Operasyona leşkerî ya li dijî Îranê pêwîst bû

Rutte diyar kir ku operasyona leşkerî ya nû ya ku ji aliyê Amerîkayê ve li dijî Îranê hat destpêkirin "bi temamî pêwîst bû" û wiha got: "Em dibînin ku Îranê, di eslê xwe de, agirbest dema ku di meriyetê de bû bin pê kir. Me dît ka di êrîşên duhî yên li ser keştiyan de çi qewimî. Ji ber vê yekê, xwedî girîngiyeke mezin e ku Amerîka bi awayekî xurt û biryardar bersivê bide Îranê."

Rutte: Amerîka pabendî NATOyê ye

Der barê pêwendiya Amerîka û NATOyê de Rutte wiha axivî: "Trump bi tevahî pabendî nêzîkatiya Amerîka û NATOyê ye. Di vê mijarê de tu gumana min a herî biçûk jî nîn e. Pabendbûna Amerîkayê ya bi NATOyê re mutleq û teqez e. Çimkî hebûna NATO ji bo berjewendiyên Amerîkayê jî pêwîst e û heyatî ye.Wek mînak, NATO roleke jiyanî di pêşîlêgirtina keştiyên binavê yên Rûsyayê de dilîze ku negihîjin peravên Amerîkayê. Ji bo parastina ewlehiya xwe, divê Amerîka Atlantîk, Ewropa û herêma Arktîkê biparêze. Ji ber vê sedemê, Amerîka bi tevahî pabendî NATO'yê dimîne. Ev rewş ji bo (Serokê Rûsyayê Vladimir) Pûtîn windahiyek e, lê ji bo Serok Trump qezencek e."

Parve bike: