Amerîka: Me li dijî Îranê dest bi êrîşan kirin
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê medyaya civakî yê CENTCOMê hat weşandin de wiha hat gotin:
"Hêzên CENTCOMê pêleke din a êrîşan li dijî Îranê dane destpêkirin bi mebesta zêdetir lawazkirina kapasîteyên Îranê yên ku di êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê de tên bikaranîn."
Li ser berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser armanca êrîşan û wiha hat gotin: "Ev êrîş di demekê de tên kirin ku hêzên Amerîkayê xwe amade dikin ku dorpêçiyeke deryayî ji nû ve li ser bender û peravên Îranê deynin."
Piştî daxuyaniya artêşa Amerîkayê ku ragihandibû pêleke nû ya êrîşan li dijî Îranê dane destpêkirin, çapemeniya Îranê jî ragihand ku li cihên cuda yên li başûrê welêt teqîn pêk hatin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Cîgirê Waliyê Xûzîstanê Veliyullah Hayati got: "Amerîkayê êrîş birine ser çend cihan li bajarê Ehwazê."
Her wiha hat ragihandin ku sê teqîn li rojhilatê bajarê Bendera Ebbasê li Parêzgeha Hurmûzganê çêbûn.